Li Îngiltereyê jimara kesên ku aşiya Kovîd-19ê bûn derket 1,3 milyonî

Johnson civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku heta niha 650 hezar kesên ku ser 80 salî ra ne aşî bûn.

Li Îngiltereyê jimara kesên ku aşiya Kovîd-19ê bûn derket 1,3 milyonî

Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ragihand, heta niha 1,3 milyon kes aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bûn û hedefa wan ew e ku heta nîvê sibatê ev jimar ji 13 milyonî derbas bibe.

Johnson civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku heta niha 650 hezar kesên ku ser 80 salî ra ne aşî bûn.

Ev jimara ji sedî 23yê kesên ku ser 80 salî ra ne.

Johnson diyar kir ku bi tevahî aşiya 1,3 milyon kesî hat kirin.

Johnson daxuyand ku ew ê heta hefteya pêş me li tevahiya welêt 1000 navendên aşiyê ava bikin.

Serokwezîr Johnson ji ber ku duh pêketî zêde bûbûn, duh karantîna îlan kiribû.

Cara ewil Îngiltereyê aşiya Pfizer-BioNTechê bi kar anîbû. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE