Li Îngiltereyê êrîşa ku parlamenter tê da hat kuştin wekî çalakiya terorê hat îlankirin

Alîkarê Komîserê Teşkîlata Polêsên Londrayê û Kordînatorê Neteweyî yê Têkoşîna Terorê Dean Haydon diyar kir ku bûyer bi terorîzmê ra têkildar e.

Li Îngiltereyê êrîşa ku parlamenter tê da hat kuştin wekî çalakiya terorê hat îlankirin

Hat ragihandin ku li Îngiltereyê êrîşa ku bi kêrê hat kirin û David Amessê parlamenterê Partiya Mihafezekar tê da hat kuştin, çalakiya terorê ye.

Alîkarê Komîserê Teşkîlata Polêsên Londrayê û Kordînatorê Neteweyî yê Têkoşîna Terorê Dean Haydon diyar kir ku bûyer bi terorîzmê ra têkildar e.

Haydon daxuyand ku lêpirsîna ewil nîşan dide ku motîvasyoneke êrîşê bi tundrawiya dînî ra heye.

Li gor daxuyaniya polêsê Londrayê jî diyar kir ku lêpirsîn ji aliyê Yekeya Têkoşîna Terorê va tê meşandin, navê êrîşkar nehat gotin, lê hat gotin ku 25 salî ye û welatiyê Îngiltereyê ye.

Hat gotin ku lêpirsîn dewam dike, ji şahidan hat xwestin ku wêne û vîdeoyên di destê xwe da bînin teslîmî polêsan bikin.

Amessê 69 salî ji 1997an vir va parlamenter bû û di 15ê cotmehê da li Essexê rastî êrîşê hatibû û hatibû kêrkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE