Li başûrê Nijeryayê 18 xwendekarên zanîngehê ji bo fîdyeyê hatin revandin.
Li gor nûçeyên çapemeniya welêt Mîke Îgîniyê yek ji rayedarê eyaleta Akwa Îbomê daxuyand li herêma Uyoyê 18 xwendekarên zanîngehê ji bo fîdyeyê ji hêla kesên nasnameya wan hê nediyar in va hatin revandin.
Îgînî got polês ji bo kesên xwendekar revandine bibînin xebat dan destpêkirin.
Li welêt ji bo kesên mirovan direvînin cezayê îdamê tê dayîn lê dîsa jî rê li ber van bûyeran nayê girtin.
AA