Li Nijeryayê di encama ketina balafirekê de 6 esker mirin

Li Nijeryayê di encama ketina balafirekê de 6 esker mirin

Li Abujaya paytexta Nijeryaya ku dikeve rojavayê Afrîkayê di encama ketina balafireke ku esker vediguhestin de 6 eskeran canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê bidest xistin, balafira eskerî ya ku ji Balafirgeha Nnamdi Azikwe ya li Abujaya peytext rabû, nêzîkî balafirgehê ji ber sedemeke hê nediyar, kete xwarê.

Di qezayê de 6 eskerên di nava balafirê de canê xwe ji dest dan.

Ekînên îtfaiyeyê yên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, hewl didin agirê bi sedema qezayê derket, vemirînin.

Wezîrê Asîmangeriya Nijeryayê Hadî Sirîka di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got, "King Aira balafira eskerî, li ber pîsta Abujayê kete xwarê. Bûyereke kujende ye. Pêdivê em aram bin û li benda lêpirsîna artêşê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE