Li bakurê rojavayê Nîjeryayê di êrîşa ji hêla kesên ku nasnameya wan ne diyar e hat kirin da 20 kes hatin kuştin.
Serokê Komîteya Rêvebiriya Eyaleta Zamfarayê Anas Îsa daxuyanî da û got ku êrîş li gundê Dan Marke, Dan Sabau û Karyayê hatiye kirin.
Îsa got ku di êrîşa biçek da 20 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Îsa diyar kir ku di êrîşê da hin xanî şewitîn û dewar jî telef bûn.
Li herêmê carcaran di navbera heywandar û cotkaran da pevçûn derdikevin.
Fûlaniyên ji bo heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin îdia dikin ku cotkar dixebitin ku heywanên wan bidin û êrîşî wan dikin.
Hin komên çekdar vê rageşiyê ji xwe re dikin firsend û car caran êrîşan dikin û xelkê herêmê rehîn digrin.
AA