Li Nisebîna navçeya Mêrdînê otobêseke rêwiyan welgeriya û di encamê da 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa ku pîleqeya wê ya Iraqê bû û Mihemmed Vahap diajot li ser rêya Nisebîn û Qoserê ji rê derket û welgeriya şarampolê.
Di qezayê da 10 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê.
Li gor agahiyan otobês ji Iraqê dihat û dixwest biçe Antalyayê.
AA