Li Nîjerê Boko Heramê 7 keç revandin

Boko Herama rêxistina terorê li herêma Dîffayê ji gundekî 7 keç revandin...

Li Nîjerê Boko Heramê 7 keç revandin

Hat ragihandin ku Boko Herama rêxistina terorê li herêma Dîffaya ku dikeve başûrê rojhilatê Nîjerê ji gundekî 7 keç revandine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, endamê "Dîffa Acil"a saziya civakî ya sivîl Mom Kaka Touda destnîşankiriye ku endamên rêxistina terorê duh derengê şevê êrîşî gundê Manîramê kirine. Touda anî ziman ku terorîstan ji gund 7 keç revandine.

Ji aliyekî din ve di 3 êrîşên çekdarên Boko Heramê di nava heftiyeke dawîn deyên li dijî  Dîffayê, 12 sivîlan canê xwe ji dest dane.

15 keçên ku rêxistina terorê di meha mijdarê de ji gundê Blaharde û Bande revandine hê nehatine dîtin.

Boko Herama bi navend Nîjerya, ji 2015an ve li herêma Dîffaya Nîjeryayê êrîşan li dar dixe.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE