Li Nîjeryayê 10 endamên rêxistina terorê Boko Haramê hatin kuştin

Berdevkê Artêşa Nîjeryayê Mihemed Yerîma di daxuyaniya xwe da diyar kir, li herêma Rann ya eyaleta Bornoyê artêşê hewla êrîşê ya Boko Haramê têk bir.

Li Nîjeryayê 10 endamên rêxistina terorê Boko Haramê hatin kuştin

 Li rojhilatê bakurê Nîjeryayê di operasyona dijî rêxistina terorê Boko Haramê da 10 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.

Berdevkê Artêşa Nîjeryayê Mihemed Yerîma di daxuyaniya xwe da diyar kir, li herêma Rann ya eyaleta Bornoyê artêşê hewla êrîşê ya Boko Haramê têk bir.

Yerîma destnîşan kir, piştî êrîşê li dijî Boko Haramê operasyon hat lidarxistin, 10 terorîst hatin kuştin û gelek terorîst jî bi birîndarî revîn.

Yerîma her wisa got ku gelek çek û muhîmatên terorîstan jî hatin girtin.

Li Nîjeryayê ji sala 2009an vir va di êrîşên terorê yên girseyî yên Boko Haramê da ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin.

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Ji ber êrîşên terorê û şer bi sedan hezar kesî jî neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE