Li peravên Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava kesên çekdar êrîşî keştiyeke ku 18 Tirk tê da bûn kir û 10 keştîvan revandin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, duh êvarê kesên çekdar êrîşî keştiya kargoyê ya Paksoy-Iyê ku alaya Tirkiyeyê li ser bû kir û 10 Tirk revandin.
Hat ragihandin ku 18 welatiyên Tirk di keştiyê da bûn. Der heqê nasnameyên keştîvanên Tirk ên ku hatin revandin da hê agahî nehatine parvekirin.
AA