Hat ragihandin ku li Nîjeryayê ji ber şewba kolerayê 14 kes mirin.
Dr. Joseph Ngbeayê Komîserê Tenduristiyê yê eyaleta Benueyê ku aliyê başûr ê welêt cî digire daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku piraniya kesên mirin zarok in.
Ngbea got ku "Ji ber şewba kolerayê yên li Guma û Agatuya herêmên eyaletê 14 kes mirin."
Ngbea bangî niştecihên herêmê kir ku dijî şewbê tevdîran hildan û xwest ku heke rewşeke gumanbar çêbe bila xeberê bidin rayedaran.
Ji ber ku li Nîjeryayê hewcehiya ava paqij nayê pêkanîn û midaxeleya tibî demildest û bi awayekî bi bandor nayê kirin xetereya şewbê û mirinê zêde dibe.
Li welêt nexweşên şewbî yên wekî ta, felca zarokan, tîfo, vîrusa kulîlkê ya meymûnan gelekî tê dîtin.AA