Li Nîjeryayê 16 jin hatin revandin

Li Nîjeryayê 16 jin hatin revandin

Li Ondoya eyaleta Nîjeryayê hin kesên çekdar li ser rêbejayekê da girtin û 16 jin revandin.

Li gor nûçeyên çapemeniya welêt, li eyaleta Ondoyê li ser rêbejaya Akure-Owoyê hin kesên nasnameya wan hê nediyar in 16 jin revandin û gelek kes jî birîndar kirin.

Rayedarên Ewlehiya Ondoyê daxuyandin ku hêzên ewlehiyê gihîştine herêmê.

Hat daxuyandin birîndar rakirine nexweşxaneyan û ji bo jinên revandî bên dîtin jî xebat dewam dikin.

Li Nîjeryayê her çiqas ji bo kesên ku mirovan direvînin cezayê îdamê bê dayîn jî rê li ber vê nayê girtin.

Li welêt ji sala 2008an vir va di navbera şivan û cotkaran da pevçûn derdikevin.

Ji bilî vê ji sala 2015an vir va jî li welêt hewldanên şêlandin û revandina mirovan jî dest pê kirine.

Li Nîjeryayê di çarçoveya operasyonên "Puff Adder"ê yên ku navbera meha nîsan û tîrmehê hatibûn kirin da heta niha 2 hezar 504 endamên çeteyên çekdar hatibûn girtin. Di operasyonê da 207 rehîneyên di destê çeteyan da bûn jî hatibûn xilaskirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE