Li Nîjeryayê 17 kesên di destê çeteyan da dîl girtîbûn hatin xelaskirin

Li Nîjeryayê 17 kesên di destê çeteyan da dîl girtîbûn hatin xelaskirin

Li Zamfaraya eyaleta Nîjeryayê 17 kesên di 5ê tebaxê da ji hêla endamên çeteyên çekdar va hatibûn dîl girtin, bi operasyonê va hatin xelaskirin.

Komîsêrê Polêsan ê Zamfarayê Eyuba Elkanah daxuyand li Zurmiya herêma Zamfarayê 17 kes di 5ê tebaxê da hatin revandin û polêsan ji bo xelaskirina wan dijî çeteyên çekdar operasyon da destpêkirin.

Elkanah got di operasyonê da Nasîru Maazu Magaryayê Serokê Meclisa Zamfarayê jî di nav da 17 kes hatin xelaskirin.

Elkanah got rewşa dîlgirtiyan baş e û ew teslîmî hikûmetê hatine kirin.

- Şerê ji bo çêrandina heywanan

Li eyaleta Zamfarayê 5 sal e car caran Fulaniyên heywandariyê dikin û qebîleyên cotkariyê dikin bi tundî pev diçin.

Fulanî ji bo ku heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin. Li gor îdiayê cotkar jî heywanên Fulaniyan didizin û êrîşî wan dikin.

Çeteyên çekdar van pevçûnan ji xwe ra dikin hincet, êrîşî gel dikin û wan dîl digirin. 

Ji ber van pevçûnan qasî 2 hezar kes hatin kuştin û bi hezaran kesî jî terka malên xwe kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE