Li Nîjeryayê 3 hezar û 876 mehkûm firar in

Li Nîjeryayê 3 hezar û 876 mehkûm firar in

Hat ragihandin ku li Nîjeryaya ku dikeve rojavayê Afrîkaya 3 hezar û 876 mehkûm firar in.
Wezîrê Navxweyî yê Nîjeryayê Rauf Aregbesola di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de anî ziman ku li herêmên curbicur ên welêt, di encama êrîşên li dijî girtîgehan de 4 hezar û 860 mehkûmî firar kir.Aregbesola destnîşan kir ku 984 ji wan mehkûmên firar dubare hatin girtin û hê jî 3 hezar û 876 mehkûm firar in.

Wezîr Aregbesola got ku Hikûmeta Nîjeryayê xebatên xwe yên ji bo girtina mehkûmên firar, didomîne û bangawaz^î li welatiyan kir ku alîkariya mehkûman nekin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE