Li Nîjeryayê 4 welatiyên Tirk hatin revandin

Li eyaleta Îlorînê ya Nîjeryayê roja înê dora saet 22.00yan 4 welatiyên Tirk hatin revandin. Li welêt hejmara Tirkên revandî derket 14an

Li Nîjeryayê 4 welatiyên Tirk hatin revandin

Li Nîjeryayê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, 4 welatiyên Tirk bi destê kesên nediyar ji bo fîdyeyê hatin revandin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, li eyaleta Îlorînê ya li başûrê Nîjeryayê roja înê dora saet 22.00yan 4 welatiyên Tirk hatin revandin.

Hat diyarkirin ku welatiyên Tirk ji bo fîdyeyê hatin revandin. Herwiha ji bo ku kesên revandî bên xilaskirin, xebat dewam dikin.

Li peravên Nîjeryayê hefteya derbasbûyî kesên çekdar êrîşî keştiyeke ku 18 Tirk tê da bûn kiribûn û 10 keştîvanên Tirk revandibûn.

Li welêt hejmara Tirkên revandî derket 14an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE