Li Nîjeryayê 58 endamên çeteya çekdarî hatin qefaltin

Li Nîjeryayê 58 endamên çeteya çekdarî hatin qefaltin

Hat ragihandin li Bornoya eyaleta Nîjeryayê ku Boko Haram lê serdeste di operasyona dijî çeteyên çekdar hat kirin da 58 kes hatin qefaltin.

Komîserê Polês ê Eyaleta Bornoyê Umar Abdu daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku li herêmên Maiduguri, Bama û Hawulê di çarçoveya têkoşîna pirsgirêkên ewlehiyê da dijî çeteyên çekdar operasyon hatin kirin.

Abdu got ku di encama operasyonan da 58 endamên çeteyên çekdar hatin qefaltin û gelek jî cebilxane hatin bidestxistin.

Li Nîjeryayê bûyerên tundiyê di sala 2008an da bi şerê cotkar û şivanan dest pê kir û ji sala 2015an pê va jî tevlî dîl girtin û diziyê buyerên tundiyê dewam kirin.

Li welêt di 3 mehên dawîn da ji ber şer û pevçûnên di navbera çeteyan da zêdetirî 1000 kesî mirin.

Di çarçoveya "Operasyona Puff Adder" da ku di navbera NîsanTîrmeha 2020î hat kirin da 2 hezar û 504 endamên çeteyan hatin qefaltin û 207 dîlên ji bo fîdyeyê revandibûn jî hatin xilaskirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE