Li Nîjeryayê Boko Heramê 14 cotkaran kuşt

Li Nîjeryayê Boko Heramê 14 cotkaran kuşt

Li Bornoya eyaleta Nîjeryayê rêxistina terorê Boko Heramê êrîşek kir û 14 cotkaran kuşt.

Li gor nûçeyên çapemeniya welêt Boko Heramê duh êrîşî 15 cotkarên li gundê Ngwomê ya ku 14 kîlomêtro dûrî bajarê Maîduguriyê di zeviyê da dixebitîn kir.

Di êrîşê da 14 cotkar hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Boko Heram ji serê sala 2000î vir da li Nîjeryayê hebûna xwe diparêze, ji sala 2009an vir da di çalakiyên tûndiyê yên rêxistinê da ji 20 hezarî zêdetir meriv mirin.

Rêxistinê ji sala 2015an vir va jî li Kamerun, Çad û Nîjera welatên cînar jî êrîş kirin. Di êrîşên rêxistinê yên li Hewzeya Gola Çadê herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Berdevkê berê yê Boko Haramê Ebû Mûsab el Barnawî di 2016an da wekî serokê nû yê rêxistinê hatibû eşkerekirin. Ev biryar di navbera Ebûbekir Şekauyê ji sala 2009an vir va serokê rêxistinê bû û Barnawî da bûbû sedemê nîqaş û perçebûnê. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE