Li Nîjeryayê di bolebata lehiyê da 15 kes mirin

Li Nîjeryayê di bolebata lehiyê da 15 kes mirin

Li eyaleta Kanoyê ya Nîjeryayê di bobelata lehiyê da ya ku barana gumrah bû sedem, 15 kes mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, Şefê Gundê Doguwayê Alhaji Yusif Umar di daxuyaniya xwe da diyar kir, li gundê Doguwayê yê eyaleta Kanoyê ji ber barana gumrah a ku ji 23ê Tîrmehê vir va didome, lehî rabû.

Umar diyar kir ku di bobelata lehiyê da 15 kesî jiyana xwe ji dest da û her wiha gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî wenda ne.

Umar diyar kir, li herêmê xebatên lêberîn û xilaskirinê dan destpêkirin û ji ber lehiyê ziyan gihîşt gelek malî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE