Li Nîjeryayê di bûyerên tundî yên nav meha tîrmehê da 415 kes mirin

Li Nîjeryayê di bûyerên tundî yên nav meha tîrmehê da 415 kes mirin

Li Nîjeryayê di bûyerên meha borî da 415 kes hatin kuştin.

Li gor rapora ku Saziya Sivîl a Nîjeryayê weşand û sernava wê "Nîjerya Şînê Dike: Bûyerên Tundîyê" ye, di meha tîrmehê da li 28 eyaletên welêt bûyerên şîdetê rû dan.

Li eyaletan digel êrîşên ku Boko Heram û çeteyên çekdar kirin, di şer û pevçûnên nijadî da 283 sivîl û 132 hêzên asayîşê hatin kuştin.

Di bûyeran da bi sedan kes birîndar bûn, gelek kes hatin revandin û mal hatin şewitandin.

Serokê Asayîşa Profesyonel a Nîjeryayê Kabiru Adamu derbarê raporê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di têkoşîna Boko Heramê da serkeftin hat bidestxistin, lê di demên dawîn da êrîş pir zêde bûn.

Adamu got ku divê hikûmet ji bo pirsgirêkên asayîşê yên li welêt stratejîyên nû çêke.

Li gelek eyaletên Nîjeryayê digel êrîşên terorê çeteyên çekdar jî ewlehiyê tehdîd dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE