Li Nîjeryayê di nav hefteyekê da herî kêm 50 kes hatin kuştin

Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî, di navbera 26ê hezîranê û 2yê tîrmehê da li herêmên cuda êrîşên çekdarî hatin kirin.

Li Nîjeryayê di nav hefteyekê da herî kêm 50 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê ji ber êrîşên çekdarî yên her ku diçe zêde dibin, hefta çûyî 50 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî, di navbera 26ê hezîranê û 2yê tîrmehê da li herêmên cuda êrîşên çekdarî hatin kirin.

Di van êrîşan da jê 30 esker û 10 jî polês herî kêm 50 kes hatin kuştin, bi dehan kes hatin revandin û birîndar bûn.

Artêşa Nîjeryayê hefta çûyî li herêmên cuda operasyonan kiribû, 82 endamên Boko Heramê hatibûn kuştin û 314 terorîst jî teslîm bûbûn.

Di salên dawîn da her çiqas operasyon bên kirin jî, rêxistin li Nîjeryayê hê jî pirsgirêkeke mezin e.

Li Nîjeryayê ji sala 2009an vir va di êrîşên terorê yên girseyî yên Boko Haramê da ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin.

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE