Li Nîjeryayê di qezaya trafîqê da 16 kes mirin

Li Nîjeryayê di qezaya trafîqê da 16 kes mirin

Li eyaleta Kwarayê ya Nîjeryayê di qezaya trafîqê da 16 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, li herêma Moroyê ya eyaletê li ser rêbejaya Jebba-Bode Saaduyê du otobus li hev qelibîn.

Di qezayê da 6 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.

Peywirdaran ragihand, birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, lê tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE