Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî da 20 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin

Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî da 20 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin

Li Zamfaraya eyaleta Nîjeryayê di êrîşa çekdarî da 20 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin.

Li gor xeberên di çapemeniya neteweyî da hatin weşandin, 20 wezîfedarên ewlekariyê yên ji bo têkoşîna dijî çeteyên çekdar çûn eyaleta Zamfarayê rastî êrîşa çekdarî hatin.

Di êrîşê da 20 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin û cesedên wan jî hatin şewitandin.

Amînu Maryê Berdevkê Zamfarayê yê Ajansa Parastina Sivîlan û Ewlekariya Nîjeryayê diyar kir ku êrîş hatiye kirin û hêzên ewlekariyê sewqî herêmê kirin.

Wekî mayîn Alhajî Îbrahîmê Komîserê Enformasyona Eyaletê ya Zamfarayê diyar kir ku di 3yê cotmehê da xetên ragihandinê hatin birîn ji wê rojê vir da ji 2 hezarî zêdetir endamên çeteyan hatin girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE