Li Nîjeryayê di êrîşên çekdar da 23 kes hatin kuştin

Midûrê Ewlekariya Katsinayê Gambo Îsa di daxuyaniya xwe da diyar kir, çekdarên li ser motosîkletan li gundê Dubayê yê li herêma Basariyê êrîş pêk anîn.

Li Nîjeryayê di êrîşên çekdar da 23 kes hatin kuştin

Li eyaletên Katsina û Kadunayê yên Nîjeryayê di êrîşên kesên çekdar da 23 kes hatin kuştin.

Midûrê Ewlekariya Katsinayê Gambo Îsa di daxuyaniya xwe da diyar kir, çekdarên li ser motosîkletan li gundê Dubayê yê li herêma Basariyê êrîş pêk anîn.

Îsa diyar kir, di êrîşê da 14 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

Komîserê Ewlekariya Navxweyî û Karûbarên Navxweyî yê Eyaleta Kadunayê Samuel Aruwan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir, di êrîşa li herêma Zangon Katafê ya eyaletê da 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Aruwan her wisa got, li eyaletê 12 kesên ku ji hêla çekdaran wekî rehîn hatibûn girtin jî ji hêla artêşê hatin xilaskirin.

Li welêt ji ber zêdebûna êrîşên çekdarên li ser motosîkletan, li hin eyaletan emilandina motosîkletan hatibû qedexekirin.

Li herêmê car caran Fûlanî û qebîleyên cotkariyê dikin bi tundî pev diçin.

Li eyaleta Kadunayê par di êrîşên çekdaran da 937 kes hatibûn kuştin, 1972 kes jî hatibûn revandin.

Fûlanî ji bo ku heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin. Li gor îdiayê cotkar jî heywanên Fûlaniyan didizin û êrîşî wan dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE