Li Nîjeryayê gelek endamên Boko Haramê hatin berterefkirin

Li Nîjeryayê gelek endamên Boko Haramê hatin berterefkirin

Li rojhilatê bakurê Nîjeryayê di operasyona dijî rêxistina terorê Boko Haramê da gelek endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Berdevkê Artêşê Onyema Nwachukwu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand, terorîstan li herêma Biu ya eyaleta Bornoyê hewl dan ku êrîşî yekîneyên eskerî bikin.

Onyema Nwachukwu got ku piştî vê hewldanê, eskeran li dijî Boko Haramê operasyon li dar xist, gelek terorîst berterf kirin. 

Nwachukwu diyar kir ku di operasyonê da kampa terorîstan hat bombebarankirin, çek, muhîmat û wesayîtên rêxistinê hatin bidestxistin.

Li Nîjeryayê digel operasyonên van salên dawîn Boko Haram hê jî pirsgirêka ewlekariyê ya cidî ye.

Li Nîjeryayê ji sala 2009an vir va di êrîşên terorê yên girseyî yên Boko Haramê da ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin. 

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Ji ber êrîşên terorê û şer bi sedan hezar kesî jî neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE