Li Nîjeryayê hejmara kesên ku di binavbûna belemê xeniqîn derket 92yan

Waliyê Eyaleta Nîgerê Atiku Bagudu di daxuyaniya xwe da diyar kir, di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da cesedên 16 kesên din jî hatin dîtin û bi vî awayî hejmara kesên ku xeniqîn derket 92yan. Bagudu her wisa got ku xebat berdewam in.

Li Nîjeryayê hejmara kesên ku di binavbûna belemê xeniqîn derket 92yan

Li eyaleta Nîgerê ya Nîjeryayê hejmara kesên ku 26ê Gulanê di binavbûna belema rêwiyan da xeniqîn derket 92yan.

Waliyê Eyaleta Nîgerê Atiku Bagudu di daxuyaniya xwe da diyar kir, di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da cesedên 16 kesên din jî hatin dîtin û bi vî awayî hejmara kesên ku xeniqîn derket 92yan. Bagudu her wisa got ku xebat berdewam in.

Li Nîjeryayê 26ê Gulanê belema bar û rêwiyan a ku ji eyaleta Nîgerê rêwî dibirin eyaleta Kebbiyê ji ber barê zêde giran li herêma Ngaskiyê binav bûbû. Di belema ku di nîvî da şeq bûbû da bi qasî 160 rêwî hebûn.

Li eyaleta Nîgerê bi heman awayî 7ê Gulanê jî belema rêwiyan binav bûbû, 30 kes xeniqîbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE