Li Nîjeryayê hilbijartin

Li Nîjeryayê ji bo kifşkirina endamên parlementoyê û serokê dewletê gel ray diavêje...

Li Nîjeryayê hilbijartin

Li Nîjeryaya welatê Efrîkaya Rojava welatî ji bo kifşkirina endamên parlementoyê û serokê dewletê îro diçin ser sandiqê.

Ray dayîna ku li gor saeta herêmî 08.00an (Bi saeta Tirkiyeyê 10.00) da dest pê kir wê heta saet 14.00an (Bi saeta Tirkiyeyê 16.00) dewam bike.

Li gor daneyên Komisyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Serbixwe (INEC) ji 84 milyon hilbijêrên li welêt kêmzêde 73 milyon kesî kartên xwe yên dengdayînê hildan. Kesên ku kartên xwe yên hilbijêriyê sitandin ew ê bikaribin di hilbijartinê da raya xwe biavêjin. Di hilbijartinê da 91 partiyên siyasî hene û 23 hezar û 316 namzed ji bo bên hilbijartin hewl didin lê ji wan bi tenê wê 360 parlementer bên hilbijartin û di parlementoyê da cih bigirin.

Welatî li 119 hezar û 973 sandiqên ku li 36 eyaletan hatin danîn wê rayên xwe bidin û piştî ku raydayîn qediya encam wê di nav du rojan da bê eşkerekirin.

Di hilbijartina seroktiyê da Mihemed Buxariyê Serokê Dewletê yê ji Kongreya Hemû Pêşketinxwazan û Atiku Ebubekirê ji Partiya Demokratîk a Gel wekî namzedên herî hêzdar tên nîşandan.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE