Li Nîjeryayê êrîşa Boko Heramê: 23 kuştî

Li eyaleta Bornoyê di êrîşa Boko Herama rêxistina terorê da 23 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê êrîşa Boko Heramê: 23 kuştî

Li Nîjeryayê di êrîşa Boko Herama rêxistina terorê da 23 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî li gundê Nganzaiya li ser eyaleta Bornoyê li ser kesên merasima cinazeyê vedigeriyan gule hat reşandin.

Di êrîşê da 23 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Rayeder ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.

Li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir va rêxistina Boko Heramê hebûna xwe didomîne. Di çalakiyên tundiyê yên vê rêxistinê yên ji sala 2009an vir va da jî ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin.

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Berdevkê berê yê Boko Haramê Ebû Mûsab el Barnawî di 2016an da wekî serokê nû yê rêxistinê hatibû eşkerekirin. Ev biryar di navbera Ebûbekir Şekauyê ji sala 2009an vir va serokê rêxistinê bû û Barnawî da bûbû sedemê nîqaş û perçebûnê.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tîrmeh 2019, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE