Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 26 kuştî

Şahidên bûyeran dibêjin ku êrîşkar bi 25 motorsîkletan hatin...

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 26 kuştî

Li Sokotoya eyaleta Nîjeryayê di êrîşê da 26 kes hatin kuştin.

Amînu Wazîrî Tambawalê Waliyê Sokotoyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmên Warawana, Dutsî û Tabkîn Kwasayê di êrîşên çekdarî yên hê diyar nîne ku kê kir da 26 kes hatin kuştin.

Walî Tambawal di merasima cinaze da axivî û got, "Ev êrîşên hatin kirin bêbext û bêrûmet in."

Şahidên bûyeran jî dibêjin ku êrîşkar bi 25 motorsîkletan hatin.

Artêşa Nîjeryayê li herêmê tevdîrên ewlehiyê girtin, rayedaran ji bo şikbaran hişyarî dan gelê herêmê.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE