Li Nîjeryayê êrîşên xwekujiyê: 30 kuştî

Li eyaleta Bornoyê di êrîşên xwekujiyê da bi tevahî 30 kes mirin, 45 kes birîndar bûn...

Li Nîjeryayê êrîşên xwekujiyê: 30 kuştî

Li bakurê rojhilata Nîjeryayê di êrîşên xwekujiyê yên ku Boko Harama rêxistina terorê kirin da 30 kes hatin kuştin, 45 kes birîndar bûn.

Dîrektorê Eyaleta Bornoyê ya Ajansa Rêvebiriya Rewşa Acil a Nîjeryayê (SEMA) Usman Kachalla diyar kir ku mensûbên Boko Harama rêxistina terorê duh bişev li gundê Mandarariyê yê eyaletê 3 êrîşên xwekujiyê yên cuda kirin.

Kachalla got ku di êrîşan da bi tevahî 30 kes mirin, 45 kes jî birîndar bûn.

Li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir va rêxistina Boko Heramê hebûna xwe didomîne û herwiha di çalakiyên tundiyê yên girseyî yên vê rêxistinê yên ji sala 2009an vir va da jî ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin. 

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Berdevkê berê yê Boko Haramê Ebû Mûsab el Barnawî di 2016an da wekî serokê nû yê rêxistinê hatibû ragihandin. Ev biryar jî di navbera Ebûbekir Şekau ku ji sala 2009an vir va serokê rêxistinê bû û Barnawî da bûbû sedemê nîqaş û perçebûnê.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE