Li Benue û Oyoya eyaletên Nîjeryayê ji ber şewba xolorê 25 kes mirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Komîserê xizmetên Mirxwvî û Tenduristiyê yê Eyaleta Benueyê daxuyand li herêma Okpeilo-Otukpayê 17 kes ji ber şewbê mirin, kesek jî tê dermankirin.
Rayedarê Pêşxistina Konseya Bakur a Eyaleta Oyoyê jî daxuyand li bajarê Îbadanê li herêma Lageluyê 8 kes ji ber şewbê mirine û 10 kes jî tên dermankirin.
Rayedar daxuyand ji ber kêmasiya ava paqij û paqijiyê şewb derketiye holê û ji bo ew negîhîje bajarên din ew tevdîran dibînin.
Li Nîjeryayê ji ber ku ava paqij kêm e, mudaxaleya tibî heman çênabe şewb zû belav dibe û mirî çêdibin.
Li welêt nexweşiyên ta, ba, tîfo, xurî û îshal jî zêde belav dibe.AA