Li Norveçê 7 alîgirên PKKyê hatin binçavkirin

Li Osloyê 7 alîgirên PKKyê yên êrîşî Tirkên ku li kafeyekî rûniştibûn kirin, hatin binçavkirin

Li Norveçê 7 alîgirên PKKyê hatin binçavkirin

Li Osloya paytextê Norveçê 7 alîgirên PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.

Li Osloyê alîgirên PKKyê yên ku xwepêşandan dikirin êrîşî Tirkên ku li kafeyekî rûniştibûn kirin.

Polêsan bi xaza îsotê mudaxale kir. Di kafeyê da zirareke biçûk çêbû. Polêsên sîwar ji bo ku alîgirên PKKyê belav bikin hatin cihê bûyerê.

Midûriya Ewlehiya Osloyê daxuyand piştî bûyeran 7 kes hatine binçavkirin.

Ji hêla din li Goteborga bajarê Swêdê li balafirgeha Landvetterê qasî 70 alîgirên PKKyê dev avêtin rêwiyên diçin Tirkiyeyê. Alîgiran demekê gişeya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) dagir kirin, rêwiyên Tirk ên ku bertekên nîşanî wan didin jî aciz kirin.

Polêsan bi xaza îsotê mudaxale kir û ew belav kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE