Li Ozbekistanê bendav qetiya, bi sedan xanî di binê avê da man

Murad Sadiqovê Berdevkê Serokatiya Rewşên Acil diyar kir ku qismekî dîwarê Bendava Sardobayê qetiya gele av ji bendavê kişiya.

Li Ozbekistanê bendav qetiya, bi sedan xanî di binê avê da man

 Li Ozbekistanê ji ber barana zêde bendava li wîlayeta Sîrderyayê qetiya bi sedan xanî di binê avê da man û 70 hezar kes ji herêmê hatin texliyekirin.

Murad Sadiqovê Berdevkê Serokatiya Rewşên Acil diyar kir ku qismekî dîwarê Bendava Sardobayê qetiya gele av ji bendavê kişiya.

Sadiqov destnîşan kir ku hin xanî û eraziyên li herêmê di binê avê da man, bi sedan xanî hilweşiyan, 56 kes birîndar bû, 70 hezar kesên li herêma doxa bendavê hatin texliyekirin.

Sadiqov diyar kir ku ekîbên xilaskirinê xebatên xwe didomînin, rêya ava bendavê dan çemên din û ava diçe herêmê dan sekinandin.

Wezaretê duh diyar kiribû ku ji ber barana gur av ji bendavê kişiya û bû lehî.

Di daxuyaniya Ofêsa Çapemeniyê ya Serokomariyê da jî hat destnîşankirin ku piştî afatê Şewket Mîrziyoyevê Serokomar derbasî herêma lehiyê bû û hê li herêmê xebatên xwe dimeşîne.

Mîrziyoyev li bendavê lêkolîn kir û paşê bi mexdûran ra hat ba hev diyar kir ku ji bo malbaxên hatin texliyekirin çi lazim dike ew ê bikin û wiha axivî: "Em ê hemû hêz û amûran seferber bikin. Hetanî şert û merc werin başkirin ne ez û ne jî tu rayedarek ew ê ji vê derê herin ciyekî."

Bendava Sardobayê di sala 2017an da hatibû temamkirin, 922 milyon mêtrekup av digirt. Bi ava vê bendavê eraziyên li wîlayetên Sîrderya û Cizahê dihatin avdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE