Li Pakistanê agir bi trenê ket: 62 mirî

Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakistanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket û li gor tesbîtên ewil 62 kes mirin

Li Pakistanê agir bi trenê ket: 62 mirî

Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakistanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket û li gor tesbîtên ewil 62 kes mirin.

Serokê Rêhesinên Pakistanê Şêx Reşîd Ehmed daxuyanî da û ragihand, ekspresa Tezgramê ya ku ji Karaçiya li başûrê welêt diçû Revalpîndiya li bakurê welêt, nêzî navçeya Liyakatpurê ya bajarê Rehîm Yar Xanê piştî teqînekê agir pê ket.

Ehmed diyar kir, teqîn ji ber du tupên piçûk ên wek "ocaxa kampê" tê zanîn, çêbû û rêwî ji bo ku taştêya xwe amade bikin ev tup bi xwe ra birine. Ehmed got ku ji ber ku hin rêwiyan piştî teqînê xwe ji trenê avêtine û mirine.

Midûrê Emniyeta Rehîm Yar Xanê Amir Taîmur daxuyanî da malpera xeberan a Geo Newsê û diyar kir, ji ber ku agir bi temamî dora sê vagonan girt û ji ber teqînê jimara miriyan derket 62yan.

Ji aliyê din va artêşa Pakistanê jî seba xebatên xelaskirin û tedawîkirinê doxtorên xwe şandin nexweşxaneyên herêmê û cihê qezayê.

Artêşê daxuyand ku wê seba rêwiyên rewşa wan giran e û seba şandina nexweşxaneyên din ambulansa firoke jî bişîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE