Li Pakistanê balafira perwerdeyê ket nav xaniyan: 17 mirî

Li Pakistanê balafireke perwerdeyê ya Artêşa Pakistanê ket xwarê û di qezayê 5 jê esker bi tevahî 17 kes mirin

Li Pakistanê balafira perwerdeyê ket nav xaniyan: 17 mirî

 Li Pakistanê balafireke perwerdeyê ya Hêzên Esmanî ya Pakistanê li nêzî Îslamabada paytext ket nav xaniyan. Di qezayê jê 5 esker bi tevahî 17 kes mirin. 

Li gor daxuyaniya ku ji Artêşa Pakistanê hat dayîn, balafireke wan 30 kîlometre ji bajarê Îslamabadê dûr ket herêma Mora Kaluyê. 

Piştî qezayê li herêmê şewat derket û xaniyên derûdor zirar dîtin. Ji bajarê Ravalpîndê gelek tîmên agirkujiyê, tîmên xilaskirin û lêgerînê sewqî herêmê kirin. 

Di qezayê jê 5 esker bi tevahî 17 kes mirin. Li gor agahiyan ji eskerên mirî 2 kes mîralay bûn. 

Der barê sedema ketina balafirê da hê tu daxuyanî nehatiye dayîn. AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE