Hat ragihandin ku balafira rêwiyan a sefera Lahor-Qereçiyê dikir a Rêhewaya Navneteweyî ya Pakistanê (PIA) di ser wargeha li nêzî Balafirgeha Qereçiyê da ket.
Ebdil Setarê Berdevkê PIAyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku balafira bi tîpa Aîrbus A-320î bi 90 rêwiyên xwe va di ser wargeha li nêzî Balafirgeha Qereçiyê da ket.
Di dîmenên li ser medyaya civakî da ji hat dîtin ku li ciyê teyare lê ket gelek avahiyan zirar dîtiye û ekîbên agirkujiyê gihîştine herêmê.
Artêşa Pakistanê jî diyar kir ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê şandin herêmê û ekîbê dest bi xebatan bike.