Li Pakistanê çar êrîşkarên ku borseya berên menqûl (PSX) da ber guleyan, pênc kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin, hatin berterefkirin.
Êrîşkar li gor saeta herêmî dora 10.40î (BST 08.00) li bajarê Karaçiyê bombeya destan avêtin ber deriyê derva yê PSXê û paşê avahiya borseyê dan ber guleyan û ketin avahiyê.
Li gor tesbîtên ewilîn yek jê polês, çar jê wezîfedarên ewlehiyê pênc kes hatin kuştin û yek jê sivîl sê kes jî birîndar bûn.
Midûrê Asayîşa Eyaleta Sîndhê Muştaq Ehmed Mahar diyar kir, çar kesên ku êrîşî avahiyê kirin, hatin kuştin, hêzên asayîşê di nav avahiyê û derdora wê lêgerîn da destpêkirin.
AA