Li Pakistanê di medreseyê da teqîn: 25 mirî

Li Pakistanê bombeya danîbûn ber derê medreseyê teqiya di teqînê da li gor tesbîtên ewil 25 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.

Li Pakistanê di medreseyê da teqîn: 25 mirî

Li Pakistanê bombeya danîbûn ber derê medreseyê teqiya di teqînê da li gor tesbîtên ewil 25 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hêzên ewlekariyê li ser medyaya civakî parve kirin, li Orakzaiya herêma Hanguya bajaroka Hayber Pahtunhvaya eyaleta welêt bombeya danîbûn ber derê medreseyê teqiya, li gor tesbîtên ewil 25 kes mirin.

Hêzên ewlekariyê destnîşan kir ku di teqînê da 35 kes jî birîndar bûn, kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Kohatê û bajarên li der û dorê.

Hêzên ewlekariyê herêmê hildan kordona ewlehiyê.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE