Li Pakistanê dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî: 45 mirî

Li Pakistanê dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî hat kirin û herî kêm 45 kes hatin kuştin

Li Pakistanê dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî: 45 mirî

Li Peşawera bajarê Pakistanê li mizgefteke Şiiyan êrîşa bombeyî hat kirin û ji ber êrîşê 45 kes hatine kuştin û nêzî 65 kes birîndar bûn.

Midûrê Ewlehiya Peşawerê Mihemed Ejaz Xan destnîşan kir li Peşawerê dijî Mizgefta Kucha Risaldarê di dema cimaet ji bona nimêja înê civiyabû êrîşa bombeyî hat kirin.

Xan diyar kir êrîşkar pêşiyê êrîşî polêsên li ber mizgeftê dikin û êrîşkarên din jî dikevin mizgeftê û bombeyê diteqînin.

Mihemed Ejaz Xan destnîşan kir ji ber êrîşê 45 kes hatine kuştin û nêzî 65 kes birîndar bûn û got ku dema êrîşê êrîşarek û polêsek hat kuştin û polêsek jî birîndar bûye.

Li gor agahiyên şahidan di mizgeftê da qederê 150 kes hebûne û dibe ku hejmara kuştiyan zêde be.

Hê kesî êrîş hilnedaye stûyê xwe, lê tê zanîn ku DEAŞ û Talibana Pakistanê li herêmê êrîşên wiha dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE