Li Ketaya bajarê Belucistana eyaleta Pakistanê erd bi lerza 5,4an hejiya.
Navenda Çavdêriya Sîsmîk a Neteweyî ya Pakistanê (NSMC) diyar kir ku erdheja 38 kîlomêtre li bakurê rojhilatê Ketayê bû 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
NSMCyê destnîşan kir ku li Pîşîn, Harnaî û Belucistanê jî bi erdhejê hisiyan.
Gelek welatiyên Pakistanê piştî erdheja bi lerza 5,4an derketin kuçeyan.
Hê agahî nehatin dayîn ku gelo tiştek bi kesî hat an na.
AA