Li Pakistanê erdhej

Li Pakistanê bi lerza 5,9 erdhej çêbû, 20 kes mirin

Li Pakistanê erdhej

Li Belucistana eyaleta Pakistanê bi lerza 5,9 erdej çêbû, li gor agahiyên ewil jê 6 zarok 20 kes mirin û ji 300î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Sîsmîk ya Neteweyî ya Pakistanê (NSMC) daxuyand navenda erdhejê nêzîkî herêma Harnaiyê ye û 15 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.

NSMCyê daxuyand erdhej di saet 03.20î da çêbû, li Ketta, Sîbbî, Pîşîn û Çamanê jî bi erdhejê hesiyan.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî di erdhejê da jê 6 zarok 20 kes mirin û ji 300î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Gelek avahiyan zirar dît û li hin herêman hezaz jî çêbû.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE