Li Pakistanê hejmara kesên di berfê da qefilîn û mirin derket 23yan

Peywirdaran diyar kir, gelek kesan ji ber barîna zêde ya berfê, wesayîtên xwe terikandin, xwe spartin otêlan, wesayîtên di rêyan da terikandî jî bûn sedema trafîqê.

Li Pakistanê hejmara kesên di berfê da qefilîn û mirin derket 23yan

Li bajarê Murreeyê yê Pakistanê hejmara kesên ji ber barîna zêde ya berfê di wesayîtên xwe da mehsûr man, qefilîn û mirin, derket 23yan.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî, li herêma Galiyatê û bajarê Murreeyê yê 70 kîlometre dûrî paytext Îslamabadê, ji êvara 7ê Rêbendanê pê va berfeke zêde barî.

Li Murreeyê 23 kesên di wesayîtên xwe da mehsûr man, qefilîn û mirin. Di nava kesên mirin da polesek û her wiha jina wî û 5 zarokên wî jî hene.

Peywirdaran diyar kir, gelek kesan ji ber barîna zêde ya berfê, wesayîtên xwe terikandin, xwe spartin otêlan, wesayîtên di rêyan da terikandî jî bûn sedema trafîqê.

Tê diyarkirin, ji dervayî bajêr zêdeyî 125 hezar wesayîtî derbasî herêma turîstîk bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE