Li Pakistanê ji ber birûskê 24 kes mirin

Li gor xebera Şînhuaya ajansa xeberan, di çapemeniya herêmî da hat gotin ku li eylaeta Sîndhê ji roja çarşemê vir da barana gur dibare û li bajar û bajarokên cuda birûskê li gelek ciyan xist.

Li Pakistanê ji ber birûskê 24 kes mirin

Li Sînhha eyaleta Pakistanê di van du rojên dawîn da barana gur dibare, hat ragihandin ku di dema baranê da ji ber birûskê 24 kes mirin.

Li gor xebera Şînhuaya ajansa xeberan, di çapemeniya herêmî da hat gotin ku li eylaeta Sîndhê ji roja çarşemê vir da barana gur dibare û li bajar û bajarokên cuda birûskê li gelek ciyan xist.

Birûskê li 21 kesên di nav wan da 4 jin û 3 zarok hene yên li herêma Tharparkarê, 2 kesên li herêma Yaqubabadê û kesekî li herêma Ghotkiyê xist û bi tevahî 24 kes mirin.

Herî kêm 30 kes ji ber şewata bedenê rakirin nexweşxaneyan û bi dehan heywan mirar bûn.

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Pakistanê diyar kir ku li başûrê welêt baranê hetanî roja şemiyê dewam bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE