Li Pakistanê di 24 saetên dawîn da 17 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara miriyan derket 209an.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 533 kesên din da jî vîrus hat tesbîtkirin û jimara kesên ku vîrus kişiya wan derket 9 hezar û 749an.
Li Pakistanê vîrus cara ewil di 26ê sibatê da hat dîtin û ji wê demê vir va 2 hezar û 156 kesên ku di wan da vîrus hat tesbîtkirin, qenc bûn. Li welêt di 24 saetên dawîn da 17 kes ji ber vîrusê mirin û jimara miriyan bi tevahî derket 209an.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 5 hezar û 637 test hatin kirin, jimara testan bi tevahî wek 118 hezar û 20 hat eşkerekirin.
Li Pakistanê herî zêde li eyaleta Pencapê waqie hene. Li eyaletê jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan 4 hezar û 328 in. Li Keşmîra ku di kontrola Pakistanê da ye jî 51 waqie hene.AA