Li Pakistanê lehî rabû: 39 mirî

Li Pakistanê ji ber lehiyê 39 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn

Li Pakistanê lehî rabû: 39 mirî

Li Pakistanê ji ber baranên gur lêhî rabû, hêrî kêm 39 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Rêveberiya Afatê ya Neteweyî hat dayîn, ji ber baranên gur li eyelatên Hayber-Pahtunhva û Belûcistanê lehî rabû.

Di encama lehiyê da herî kêm 39 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li herdu eyalatan ji ber lehiyê gelek xaniyan xisar dît û hin avahî jî xera bûn.

Rayedarên meteorolojî gotin ku barana gur wê du rojên din jî dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE