Li Pencapa eyaleta Pakistanê kamyoneke bi xîç barkirî wergeriya ser taksiya motosîklet a ku tê da xwendekar hebûn û di qezayê da ajokarê taksiyê û 8 xwendekar mirin, 3 xwendekar bi xedarî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji polêsên eyaleta Pencapê hat dayîn da hat diyarkirin ku li bajarê Narowalê kamyoneke bi xîç barkirî wergeriya li ser taksiya motorsîklet a ku dibêjinê "rîkşa".
Di qezayê da ajokarê wesayîtê û 5 xwendekar li cihê bûyerê mirin ji 6 xwendekarên ku rakirin nexweşxaneyê 3 jê mirin. Hat gotin ku birînên 3 xwendekarên din ên li nexweşxaneyê xedar in.
Hat ragihandin ku kamyona di şerîda şaş da diçû bûye sedema qezayê û hat ragihandin ku ajokarê kamyonê piştî qezayê hat binçavkirin.
Polêsan eşkere kir ku ji xwendekarên mirin 4 jê keç 4 jê jî kur in û yê herî biçûk 6 yê herî mezin jî 17 salî ye.