Li Pakistanê qezaya trênê: 38 mirî, 64 birîndar

Li Pakistanê qezaya trênê: 38 mirî, 64 birîndar

Li eyaleta Sîndê ya Pakistanê qezaya trênê çêbû, li gorî encamên destpêkê 38 kes mirin, 64 kes jî birîndar bûn.

Peywirdaran diyar kir, li herêma Gotkiyê ya eyaletê vagona trêneke diçû ji şûna xwe derket, li trêneke din a ku ji aliyê hember dihat qelibî.

Alîkarê Midûrê Ewlekariya Bajarê Sukurê Fîda Mastoî di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, di qezayê da li gorî encamên destpêkê 38 kes mirin, 64 kes jî birîndar bûn.

Mastoî destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û her wiha di herdu trênan da bi qasî 900-1000 rêwiyî hene. Artêşa Pakistanê jî beşdarî xebatên xilaskirinê bû.

Di qezayê da ji herdu trênan bi tevahî 11 vagon ji ray derketin.

Serokomar Arif Alwî û Serokwezîr Îmran Xan li ser qezayê li ser Twitterê peyama serxweşiyê belav kirin.

Serokwezîr Xan li ser mijarê telîmata lêpirsîna berfireh da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE