Li Pakistanê êrîş: 14 kuştî

Li eyaleta Belucistanê hin êrîşkaran li ser otorêyê çend otobêsên rêwiyan dan sekinandin, 14 kes kuştin

Li Pakistanê êrîş: 14 kuştî

Li Belucistana eyaleta Pakistanê êrîşkaran li ser otorêyê çend otobêsên rêwiyan dan sekinandin, 14 kes kuştin.

Alîkarê Komîserê Gwadarê Mihemed Waseem ji çapemeniyê ra daxuyand êrîşkaran li ser otorêya di navbera bajarî Karaçî û Bendergeha Gwadarê çend otobêsên rêwiyan dane sekinandin, û rêwî derxistine derva.

Gwadar got êrîşkaran nasnameya rêwiyan kontrol kirine û 14 kes kuştine.

Gwadar anî ziman hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û lêpirsîn dane destpêkirin.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han got ew vê êrîşa namerd a terorê şermezar dike û sersaxî da kesên ku eqrebayên wan hatine kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE