Li parlamentoya Îngilistanê mixalefet bi ser ket

Li Îngilistanê di dengdayîna girîng ya ji bona Brexitê da mixalefet bi ser ket.

Li parlamentoya Îngilistanê mixalefet bi ser ket

Li Îngilistanê di dengdayîna girîng ya ji bona Brexitê da mixalefet bi ser ket.

Li Kamaraya Awamê ya şaxa Parlamentoya Îngilistanê pêşniyaza eşkerekirina rojeva parlamentoyê ji destê hikûmetê hildide û dide parlamenteran li hember 301 dengan bi 328 dengan hat qebûlkirin.

Bi vê dengdayînê parlamenter dikarin pêşniyaza qanûnê ya rê li ber Brexitê digire pêşkêşî parlamentoyê bikin. 

Parlamentoya Îngilistanê di 29ê Adarê da bi qanûna ku derxistibû Brexita ku divê pêk bihata asteng kiribû û hikûmetê bi destûra YEyê Brexitê ji bona 31ê Cotmehê taloq kiribû. 

Îngilistanê bi referanduma di 2016an da li hember ji sedî 48an ji sedî 52an biryar dabû ku ji YEyê veqete.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE