Li parqên Hewlêrê gulfiroşên Bangladeşî

Li parqên Hewlêrê gulfiroşên Bangladeşî

Bangladeşiyên ku li bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Iraqê dijîn, li gelek ciyên bajêr ên wekî Keleha Hewlêrê ya dîrokî, sûk, parq û roniyên trafîqê gulan difiroşin û hewl didin ku pê debara xwe bikin.

Li Hewlêrê pêkan e ku meriv pêrgî biyaniyan were ku ji bo xebatê hatine bajêr, lê li bajêr piraniya kulîlkfiroşan Bangladeşî ne.

Bangladeşiyên li vir ên ku bi piranî bi Îngilizî dizanin, xwe fêrî Kurdiya Soranî jî dikin. Bangladeşî ji kulîlkan herî zêde gulan difiroşin.

Gulfiroşên Bangladeşî li bajêr herî zêde jî li Parqa Ebdureman Samî gulan difiroşin. Parqa ku li ser 800 donim erdî ava bûye û di nava bajêr de keskahiyeke mezin e, ciyê sereke yê gulfiroşan e.

- Heba gulan bi 2 hezar dînarî ye

Mihemed Ebdullah ku 4 sal e li Hewlêrê dijî, ji wan Bangladeşiyan e ku li parqê gulan difiroşe.

Ebdullah diyar kir, li bajarê ku çend sal e dijî, xwe fêrî Soranî kiriye û ji xeynî Bangladeşiyan qederek jî Sûriyeyî hene ku gulan difiroşin.

Ebdullah diyar kir ku ew heba gulan bi 2 hezar dînarî (1,37 dolar) difiroşe, lê heger 2 gulan bistînin, ew erzan dike û dide 3 hezar dînarî.

Ebdullahê ku rojê bi qasî 2 an jî 5 gulan difiroşe, gilîdar e ku qezenca wî kêm e.

Ebdullah bal kişand, ji ber ku li welatê xwe qezenca wî tunebû, wî koçî Hewlêrê kir û ew li vir jî gulfiroşiyê dike, mehane bi qasî 250 hezar dînarî (bi qasî 171 dolar) qezenc dike.

Mîcanûr Rehmanê Bangladeşî yê ku li pêşiya Keleha Hewlêrê gulfiroşiyê dike, ji bo ku pere bide hev hatiye Hewlêrê.

Mîcanûrê ku bi Îngilizî û Erebî dizane, diyar kir ku ew hinekî fêrî Soranî bûye, ew ji Hewlêrê hez dike, lewra însanên wê baş in.

Mîcanûr got ku ew gulan ji dikaneke Enkawaya Hewlêrê dikire û rojane bi qasî 10 an jî 20 gulan difiroşe.

Her wisa Mihemed Îmanê Bangladeşî diyar kir ku ew jî mîna hevalên xwe gulfiroşiyê dike û qezenca wî ya mehane bi qasî 300 an jî 400 dolarî ye.

Mihemed destnîşan kir, malbata wî li Bangladeşê dijî û ji bo paşeroja xwe jî ew dixwaze biçe û li Fransayê bi cih bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE