Li Parîsê beriya çalakiya êlegzeran 25 kes hatin binçavkirin

Li Parîsa paytextê Fransayê beriya çalakiya êlegzer li dar bixin 25 kes hatin binçavkirin

Li Parîsê beriya çalakiya êlegzeran 25 kes hatin binçavkirin

Hat ragiahdnin ku li Parîsa paytextê Fransayê beriya çalakiya êlegzer li dar bixin 25 kes hatin binçavkirin.

Li gor xebera France Infoyê weşangerê raya giştî beriya çalakiya ku êlegzer îro li Parîsê li dar bixin 25 kes hatin binçavkirin.

Protestoyên êlegzeran ên wekî berteka li dijî bihabûna sotemeniyê dest pê kiribûn demekê şûnda vegeriyabûn serhildana dijî Serokomar Emmanuel Macron. Ligel banga hikûmetê ya ji bo betalkirina protestoyan îro li welêt çalakî dewam dikin.

Çalakvanên ku sozên Macron wekî kêmasî dibînin ew ê li Meydana Operayê û Kolana Champs-Elyseesê ya li Parîsê kom bibin.

Li seranserê welêt kêmzêde 89 hezar polês wezîfeyê dikin û 8 hezar polês ew ê bi 14 wesayîtên bizirx va Parîsê mihefeze bikin.

Mixaze û restorantên li Kolana Champs-Elysees ji ber çalakiyan xepengên dikanên xwe girtin û hat ragihandin ku gelek metro jî ew ê nexebitin.

- Protesto

Protestoyên êlegzeran li Fransayê vegeriyan wekî protestoyên herî tund ên li welêt.

Çalakvanên ji ber kirêyên biha yên li navenda bajêr barî herêmên dorberê kirine ji Macron û rêveberiya wî dixwazin ku bira şertê aboriyê baş bike.

Di çalakiyan da hetanî nika 4 kes mirin û 4 hezar û 99 kes hatin binçavkirin, ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE