Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên pê ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin ji 2 milyon û 287 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevhiya parzemînê jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 651 zêde bû û derket 2 milyon û 287 hezar û 283yan.
Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 247 zêde bû û derket 54 hezar û 209an.
Li parzemînê mirinên ji ber Kovîd-19ê herî zêde bi 22 hezar û 249 mirinan va li Afrîkaya Başûr çêbû. Li Misrê 6 hezar û 790, li Fasê jî 6 hezar û 320 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Li Afrîkaya Başûr jimara waqieyan derket 817 hezar û 878an. Piştî vî welatî bi 381 hezar û 188 waqieyan va Fas, 118 hezar û 847 waqieyan va Misir tê.
Li Afrîkayê ji kesên ku pê ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin milyonek û 947 hezar û 529 kes baş bûn.AA